Nîşe: Ev nivîs 01.07.2021 de di Rojnameya Xwebûnê de bi heman wêneyî hatiye weşandin.
(https://xwebun.org/penaseya-cand-u-teknolojiye/)
(https://xwebun.org/penaseya-cand-u-teknolojiye/)
Dema çand tê pênasekirin, pênaseya wê hema bêje ji al û qalê jiyanê digire nava xwe. Lewra pênaseya çand û jiyanê gelek nêzî hev in. Her wisa ger her afirînerî parçeyek ji teknolojiyê jî be, têgeha teknolojiyê jî ne gelek dûrî çandê ye. Her berhema çandî an bandor ji afirandina teknolojiyê girtiye an jî bandor li afirandina teknolojiyê kiriye. Di pêşketina mirov û mirovahiyê de dîroka çand û teknolojiyê di heman çemî de herikîne. Herka wan ya hevrêtiyê ji ya tenêtiyê coştir û xurtir bûye. Carinan pêlên çandê rê li ber teknolojiyeke nû, carinan jî pêlên teknolojiyê rê li ber çandeke nû vekiriye. Bes di aliyê wendakirin, bişaftin û tunekirinê de teknolojiyê serî ji çandê standiye.
Bêyî em bikevin nava kronolojiya dîrokî, ji serdema mirov yekem car
weke amûrekê kevir tûj kiriye û di jiyana xwe de kar aniye heya serdema
me ya îro (weke serdema fezayê tê binavkirin) vê bandora dualî dom
kiriye. Çawa bikaranîna kevirê tûjkirî weke çandekê tê binavkirin, di
heman demê de çêkirin û karanîna wî jî awayekî teknolojiyê ye. Dibe di
serdema me ya îroyîn de kevirtûjkirin weke karekî pir hêsan bê dîtin, lê
bila ji bîra me neçe, ew kevir mîna mak û bingeha hemû amûrên birînê ye
û di gelek qadên din ên jiyanê de jî hatiye bikaranîn. Ji roja me ya
îro re rêkirina Marsê ya keştiyeke fezayî çi be, ger bê fêmkirin di wê
serdemê de jî girîngiya wî kevirî jî ew bû. Yên yekem car ew kevir
dîtîn, an jî çêkirin, ji mirovên din jêhatîtir bûne. Di çanda nêçîrê,
çanda darbirîn û hûrkirina tiştan, çanda çêkirina parêzgehekê…hwd. de
bûne xwedî awantajeke mezin. Helbet vê çandê bandor li çanda rê û
rêbazên jiyanê jî kiriye. Weke mînakeke biçûk, mirov dikare bibêje teqez
bandor li çanda cil û bergan kiriye û ew daye guhertin. Êdî geh bi
birîna reh û rîşalên daran be û ji wan reh û rîşalan raçîn û dirûtina
cil û bergan be, geh jî bi kuştina sewalan û kevilên wan lixwekirinê be,
çanda cil û bergan daye guhertin.
Di navbera teknolojiya berê û vê demê de gelek cudahî jî hene.
Piraniya teknolojiya serdemên berê bi awayê mekanîk e. Çêker an jî yên
bi kar anîne, piranî bi hêza laşî makîne û amûrên teknolojîk dane
şixulandin. Bi serdema Şoreşa Sanayiyê re karanîna vê hêza mirovî kêmtir
bû. Êdî makîneyan gelek kar û barên mirovan awayekî rutîn û leztir pêk
anîn. Di serdema me de (s.s.20.), taybetî piştî çêkirin û pêşxistina
combers/computerê gelek tişt di demeke kurt de hatin guhertin. Êdî peyva
teknolojiyê ji mekanîkê zêdetir, nermalavê/software û
hişêçêkirî/artificial intelligence tîne bîra mirovan. Bi riya înternetê,
ya herî dûr hatiye mala me û ber me. Hema bêje her aliyê jiyanê bûye
çêkirî/sanal. Ji bazar û bazirganiyê bigire heta perwerde û lêkolînê,
heskirin û parvekirinê bigire heta mirov dikare bêje şerê mirovan jî
ketiye ser vê cîhana çêkirî. Lewra çanda me ya rasterast têkiliyê jî
ketiye ber sekerata mirinê. Her çiqas em bibêjin ev çanda me ye jî lê
dema em baldarî li nifşên nû dinêrin û çavdêriyê li ser wan dikin, em
dibînin êdî ev çanda em qala wê dikin ne çanda wan e. Dîsa ger em ji bo
di serê me de zindî bibe mînakeke biçûk bidin, ji nifşên nû re ji bo
serdaniya nexweşekê an jî mêvandariyekê ne hewce ye mirov here mala
heskirî an jî naseke xwe. Bi riya amûrên têkiliyê (telefon, înternet)
mirov dikare van karan bike. Hem dema mirov dimîne ji mirov re hem jî
mirov kêmtir diweste! Yanî ji ber awayê mezinkirin û têgihîştina wan a
di jiyana çêkirî de helbet heya derekê mafdar in jî. Lê bilêvkirina vê
gotinê jî, ji kesên bi çanda têkiliyên rûbirû re mezin bûne gelek sosret
û weke kemasî tê dîtin. Dibe rojekê ji bo vê çanda me ya rûbirûtiyê
henekên xwe jî bi me bikin. Ev gotina min ne dûrî aqil û dîrokeke
pêşeroja dûr e.
Bi pêşketina derfetên pêwendiyê re cîhaneke ji bilî cîhana me hatiye
avakirin. Sanalîzasyonê em di her aliyî de kirine bengînê/muptelayê
cîhaneke derveyî keftûlefta laşî. Ji bilî heyîna me ya fîzîkî, heyîneke
din a paşê hatiye çêkirin û ji bilî jîngeha me ya fizîkî cîhaneke din bi
me dane avakirin. Belê! Her çiqas em bêjin em bi dildarî tev li vê
dibin jî lê di rastiya xwe de ev bi me dane çêkirin, bes me hay jê tune.
Ji ber di nav civakê de piranî kes û kom derbasî vê cîhana çêkirî bûne
yên tev lê nebûne weke kêm û paşvemayî tên dîtin û ew jî bivê nevê tev
lê dibin. Jixwe tev lê nebin dê haya wan ji gelek tiştan jî nebe. Me
bivê û nevê jî dê ev rewşê bi awayekî kûrtir hîn pêştir bikeve û çanda
nû xurtir bike. Heyama pandemiyê ev çanda nû demeke gelek kurt de gelek
pêş xist jî. Bi gotina kalan ‘jixwe kavil bû, mîrata teyrokê jî lêxist
kire kambax’. Bi giştî mirov dikare bibêje teknolojiyê çanda me tune kir
û li şûna wê çandeke din de avakirin. Ger em li dîrokê binêrin ev
gazind berê jî hatiye kirin û xuya dike dê nifşên piştî me jî vê gazindê
bikin. Ev rastî herikîneke domdar e.
01.07.2021
War Botan
No comments:
Post a Comment
Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...