Rojava: Nûnertiya tifaqa kurdan

War Botan
• 1 deqe xwendin
Di vê pêvajoya şerê parastina rêmeta kurdan û Rojava de, bi dilsojiya wendahiyên me re du tiştên ji bo pêşerojeke baş bên avakirin derketin holê; yek, şervanî û rûmetdariya kurdan, du jî tifaqa nav kurdan. Şerê Rojava hemû ol û mezheb û partiyên kurdan li qadan gihandin hev û kirin yek. Bi hev re herikîna qadan re, dilê hemû kurdan bi hev re lê da û ji nav lêvên hemû kurdan dirûşma, ‘Yek e yek e yek e, gelê kurd yek e’ bû dirûşma herî berz.
Rêbaza dagirkeriyê ya ‘parçe bike, bi rê ve bibe’ ji ber encamgirtina demdirêj, xisara zêde veguhezî ‘bi hev bide kuştin, lawaz bike û jê bixwe’. Ev rêbaz dijminên li hemberî berjewendiyên hêzên kapîtalîst kêmtir û lawaztir dike. Herwiha ne aliyekî herdu aliyan dike bendeyên serdestan. Rêya jêxwarina wan kurttir û hêsantir jî dike. Hêzên zordest bi şerê Iraq û Afganistanê têkçûyîna rêbaza berê ‘parçe bike, bi rê ve bibe’ dît û stratejiyeke dagirkirinê ya nû afirand. Li nav kurdan, axayan jî ev rêbaz bi kar dianî. Dema çav berdabana zeviya yekî, şer di nav herdu aliyan de derdixist û paşê ji bo lihevanîna wan bang dikir û wan dianî ber lingên xwe. Bi vê yekê mezinahiya xwe qehîmtir dikir û nîvê zeviyê ji xwe re radikir û nîvê din ê zeviyê li wan parve dikir. Bêyî ku bi hizirîn, herdu aliyan spasiyên xwe pêkêşî axayî dikirin û digotin axa nehêla em hevdu bikujin. Ne digotin, me jî dikarî em li hev bikin û zeviyê parve bikin. Bi wî awayî pareke ji zeviya axa dayî me zêdetir dima ji me re.
Niha şerê li Rojhilata Navîn jî bi armanca pêkanîna heman rêbazê tê kirin. Derket holê ku hêzên zordest DAIŞ ava kiriye. Paşê karê wan pê qediya û bi destê kurdan ew têkbirin. Helbet kurdan ne ji ber berjewendiyên wan, ji bo parastina rûmet û axa xwe şer kir. Di nav xwe û gelên derdorê de lihevkirineke/konsensûseke aştiyane ava kirin. Wê lihevkirinê planên zordestan xiste xetereyê, lewra bi aştiyê qutbûn an jî dijbertî pêk nedihat. Dema ev pêk nehata, zordestan ne dikarîn jê bixwin. Bermahiyên DAIŞa hatî tunekirin, ji nû ve kom kirin û bi navê cuda derxistin meydanê. Helbet wan ew ava kirin û perwerde kirin, lewra ew çi bêjin dê bikin û dê ji bo berjewendiyên wan tekoşînê bimeşînin.
Gelê kurd ê ku xwe bi hezaran feda kiriye û li nav xwe pergaleke li ser bingehên demokrartîk ji nû ve afirandiye, bi alîkarî û hevkariya zordestan bi aşkere hat firotin! Heta mirov dikare bêje ji firotinê jî wêdetir, şerê hebûn û tunebûnê danîn pêşiya kurdan. Bi daxûyaniya serokê Amerîka ya ‘me bi awayekî hişk li Sûriyeyê da û Colanî karekî baş derxist holê’ piştrastkirina vê rastiyê ye.
Îro ên ku wek kujer tên dîtin tenê çeteyên ku bi navê Allah êrişê gelan dikin in. Lê di rastiyê de yên ku bi wan van kiryaran didin kirin ango ew hêzên zordest in nayên axaftin. Xwedîderketina li ax û şerefa xwe, destkeftiyên bi canê dehhazaran hatî standin parastin û serî netewandina kurdan weke nîfaqê dibînin, lê tevdan û li hember hev gurkirina hêzên zordest weke nîfaqê nabînin. Bi hişbirina perwerdeya ol û cîhadê mêjî di serê wan de nemaye.
Helbet dîrok rastiyê dinivîsîne. Çawa îro hemû kurd ji zarokên xwe re bi minetdarî qala piştevaniya Amerîkayê dikin ku başûrê Kurdistanê hat avakirin, dê heman kurd wisa qala îxaneta hêzên zordest, taybetî jî Amerîkayê bikin. Dê di rûpelên reş ên dîroka Kurdistan û cîhanê de jî bê nivîsîn.
Di vê pêvajoya şerê parastina rêmeta kurdan û Rojava de, bi dilsojiya wendahiyên me re du tiştên ji bo pêşerojeke baş bên avakirin derketin holê; yek, şervanî û rûmetdariya kurdan, du jî tifaqa nav kurdan. Şerê Rojava hemû ol û mezheb û partiyên kurdan li qadan gihandin hev û kirin yek. Bi hev re herikîna qadan re, dilê hemû kurdan bi hev re lê da û ji nav lêvên hemû kurdan dirûşma, ‘Yek e yek e yek e, gelê kurd yek e’ bû dirûşma herî berz.
Ger kurd vê derfeta ji bertekan afirî û derketî holê baş dahûrînin, dê serketinên gelek giranbuha bên bidestxistin. Ji bo parastina vê tifaqê, divê her kurd bizanibe, li ku dibe bila bibe, dilê her kurdekî/ê ji bo hemû kurdan re lê dide û şirîkê jana hev in. Divê em li jana xwe xwedî derbikevin û ev jan me bike yek. An na dê em her bibin amûrên berjewendiyên zordestan. Lewra Rojava îro nûnertiya parastina hemû kurdan e û xwedîderketina li Rojava karekî pîroz û bişeref e.
War BOTAN
Nîşe : Ev nivîs dîroka 28 Çile 2026 ê di rojnameya xwebûnê de hatiye weşandin.
Çavkanî : https://azadyawelat.com/rojava-nunertiya-tifaqa-kurdan
Nivîskarên Mêvan
No comments:
Post a Comment
Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...