Pîroz e Azadiya Welat
War Botan
Di tekoşîn û berxwedana demokrasî û azadiyê de bandora çapemeniya azad her tim roleke girîng lîstiye. Li her welatê demokrasî lê tune ye, ji ber bandora şiyarkirina civakê û teşhîrkirina kiryarên şaş ên li dijî rastiya civakê, weşanên azad bûne amûra hejandin an jî rûxandina pergalan. Lewra ji aliyên desthilatdarên zordest ve xebatên çapemeniya azad her tim hatine cirmkirin. Tirkiye jî yek ji wan welatan e ku zordariyê li çapemeniya azad dike. Ji bo fêmkirina rewşa zordestiya dewletê ya li hemberî çapameniya azad û bi taybetî jî çapemeniya, nihêrîna li dîroka rojnameya Azadiya Welat bes e. Lewra Tirkiye hîn jî di mijara azadiya çapameniyê de qada li navneteweyî li dawiya lîsteyan e.
Azadiya Welat û bandora wê
Di bin hemû zext û zordariyên hovane yên desthilatdarên dewletê de rojnameya Azadiya Welat ji bo kurdan, di warê hînbûna dîrok, erdnîgarî, çand û taybetî jî ziman de cihekî xwe yê taybet û watedar heye. Bi gelek zehmetî û zordariyê re bi salan hat weşandin û belavkirin. Rojnameya kurdan a yekemîn û mezintir bû. Bi dehan caran doz li ser xebatkar û saziyan hat vekirin û rojname hat qedexekirin. Ji bo vê xebatê xebatkarên çapemeniya azad hatin şehîdxistin û gelek ji wan bi sedan salan hatin darizandin. Helbet bi nav û şewazên cuda ev xebat hatibe meşandin jî navê Azadiya Welat cih û wateya xwe ya cuda parast di bîra xwendevan û gelê kurd de.
Rojnameya Xwebûnê ya ji ber doz û cirmên dewletê çend caran hat qedexekirin jî xebatên xwe berdewam kir. Xwebûn ku bi weşana xwe ya heftane û li ser înternetê dike, bûye kulekeke ronahiya çapemeniya azad a kurdî. Biryar hatiye dayîn ku bi navê nû (ji bo me her ew nav e) yan jî navê cihê xwe di dil û mêjiyê hemû kurdên welatparêz de girtî, Azadiya Welat, weşan bê kirin. Vê biryarê bi hestyariyê re gelek çêj û bêhneke weke ji peykerekî kevnar difûre û dibe sedema hezeke bêterîf da min. Ji ber bîranînên dema borî û keda şehîd û berdêldayîyan ji min re gelek watedar hat.
Nivşa Azadiya Welat
Dema berê Azadiya Welat dihat û me dixwend me paşê dida hevalên xwe. Carinan karê min nebûya jî ji ber xwendina Azadiya Welat ez diçûm partiyê (abonetiya wan hebû) û weke dizan min xwe dida quncekê û rûpelên wê werdigerandin. Demsalên zivistanê ji ber derfetên rê carinan nedihat û paşê li serhev dihatin. Min dîsa hemû dixwendin. Demên destpêkê min heta danasîn û reklamên li ser jî dixwend. Ji ber dema min dixwend ez bi xwe qure dibûm û min digot me jî zimanekî têra her tiştî ji me re bêje dike heye. Peyvên min nedizanîn, min di lênûska berîka xwe de dinivîsîn û paşê min dîsa ji Ferhengoka Enstîtuya Kurdî ya Amedê a kesk a berîkê lê dinêrî. Weke gelek kurdan ji min re jî bû dibistana yekemîn ji bo ku zimanê dayikê hîn bibim. Ha vê jî bêjim dema min peyveke nû dizanî, min quretiya xwe pê dikir û min di nav axaftinê xwe de binîxêzkirî ew peyva nû digot. Dema hevalan bipirsiyana ev peyv çi ye? Min digot aha di rojnameya Azadiya Welat de wiha dinivîsî. Referansa min xurt û qahî bû û êdî kesê deng nedikir.
Di girtîgehê de weke her hevalên xwe ji bo min rêya têkiliya bi derve re ya xurt û sereke bû. Geşedan û pêşketinên li welat me bi piranî ji rojnameya Azadiya Welat dizanîn. Ji bo lêkolînên me yên taybet jî çavkaniyeke sereke bû. Hîn gelek rûpelên rêzenivîsên li ser erdnigariya bajar û heremên welêt di arşîva min de mane ji wan rojan.
Di serdema em tê de ne ji bo weşanên ser rûpelên kaxizî re gelek derfet nemane. Ji ber hema bêje di berîka her kesekî de telefoneke bi înternet heye. Helbet ev derfeteke baş e lê bi min weke xwendina li ser kaxezê ne çêj û ne tam e. Ji bo xwendinê destdan, bêhn û çêja wergerandina rûpelê tameke din e. Dibe ji ber awayê hînbûna nivşa me be. Bi xwendina li ser kaxizê zêdetir lêhûrbûna min kûr dibe û fêmkirin jî pê re. Ev tiştekî takekesî be jî bawer im gelek kes wiha ne.
Bi derfeta her telefona berîkê, pirtûkxaneyekê (ji bo yên rast bi kar tînin) re karê weşanxane û weşangeran jî bêbiha dimîne yan jî bikir kêm dibin. Ev yek bandora herî mezin li ser rojnameyan dike. Gelek rojname ji ber sedema aboriyê neçar dimînin ku weşanên xwe bi dawî bikin. Gelek rojname jî bi rêya dîjîtalîzebûnê hewl didin xwe ji tunebûnê rizgar bikin. Weşanên xwe werdigerînin ser onlînê û bi rêbazên weke endamtiya dîjîtal hwd. bi rê ve dibin. Rojnameya Xwebûnê/Azadiya Welat bêyî ku bihayeke biçûk jî daxwaz bikin van kar û xebatên dibe arşîv û şahidê dema me, dimeşîne. Lewra bi min hem ji bo xwedîlêderketina berdêlên hatin dayîn hem jî domdariya çapemeniya azad lêxwedîderketina rojnameyê peywireke bingehîn a welatparêziyê ye.
Bi vê dilşadiya vegera li navê Azadiya Welat, hêviyên xurtbûn û lêxwedîderketina çapemeniya azad a kurdê di dil û mêjiyê min de geştir bû. Bi hêvî û bendewar im ku ev nav di nav mêjiyê me de olan bide û xweliya bêxwedîhiştina çapemeniya kurdî bide ber bayê û bibe sergo. Hezar caran li ser xêrê û bi xweşî be û serkeftin ji hemû kedkarên çapemeniya azad, bi taybetî jî ji yên kurdî re dixwazim. Aqûbet li Azadiya Welat!
War Botan
Nîşe : Ev nivîs dîroka 19 Çile 2026 ê di rojnameya xwebûnê de hatiye weşandin.
Çavkanî : https://azadyawelat.com/piroz-e-azadiya-welat


No comments:
Post a Comment
Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...