Amûra sereke ya hemû mirovahiyê peyv e. Berî peyvê bi aşar û lebitîna destan an jî laşî têkilî hebe jî lê bi pêşketina hiş û hewcedariyên jiyanê yên pircureyî re, vî awayê bi tevgerên laşî têra têkiliyan an jî mebesta xwe anîna ziman nekir û bi demê re (hezaran sal) êdî bi deng navlêkirina tişt û rewşan bi pêş ket. Ev pêşketin li gorî afrîneriya dema xwe jî dewlemendiya zimanan nîşan dida û dide.
Bi mezinbûna komên mirovan re û rewşa koçeriya jiyanê re hevnasîna koman jî çêbû. Vê têkiliya koman rê da her kom afrînerî û zanebûna xwe bi komên cuda re jî parve bike. Ev ne bişaftin, pêşketineke xwezayî bû. Bi naskirina tiştan û navên tevgerên nû re, navên wan jî belav bûn. Nav û peyvên heyî li gorî reseniya tişt an jî rewşê bûn. Piranî yan li gorî kêrhatina tiştan an jî li gorî şikl û şemalan nav/peyv lê dihate barkirin. Kêm jî be li gorî dengên ji tevgerînê yan jî tiştê dihat jî nav li rewş û tiştan hatine kirin. Weke têbinî em bêjin, lê peyvê girîngiya rabûn û rûniştin ango tevgerîna li gorî jiyana civakê yekcar ji holê ranekiriye. Bi gotinê re li gorî rê û rismên civaka tevgerîn jî di nav civakê de hîn cihê xwe diparêze. Bikaranîna deng/peyvan jiyana civakê gelek hêsan kir û bi pêş xist. Lewra bikaranîna deng/peyvan pêşketineke ango şoreşeke sereke ya mirovahiyê ye.
Di gelek guherînên cîhanî de jî kesên peyv baş bi kar anîne, bûne sedemên guherîna civakan, heta mirov dikare bêje bûne sedema guherînên dîrokî jî. Serweriya li ser peyvan bandorake mezin li guhdaran dike û kes û koman dixe nava tevger û têkoşînê. Ji wan kesan re di kurdî de dibêjin 'xweşxeber' an jî peyva ji erebî derbasî nava kurdî de bûyî dibêjin 'hatîp'. Dîrok şahid e ku carinan kesên xweşxeber, dane pêşiya yên ew gotin bi xwe afirandî jî. Her çiqas ev ne tişteke baş jî be, lê ger bi armanca xizmeta civakê bê kirin, bi min tişteke baş e jî.
Di nav civaka kurd de jî ev rewş bi heman awayî ye. Gotina xweş cihê xwe digire û bandorê dike. Gotinên ne li gorî fêmkirina civakê, çiqas rast jî bin, mixabin cihê xwe nagirin. Dibe ku gotinên bên kirin berî gotinê li nav civakê nehatibin bihîstin an jî ji zimanekî biyanî hatibin wergirtin jî lê dîsa jî civak fêm neke, çiqas gotineke watedar û girîng be jî cihê xwe nagire û guhdaran naxe bin bandora xwe. Civaka nekeve bin bandora wan gotinên nebûne malê civak jî, nakeve nav tevgerînekê yan jî xwe berpirsyarê pêkanîna hewcedariyan nabîne.
Bi taybetî pêşketinên 50 salên dawî yên li cîhanê gelek peyvên biyanî xistine nav zimanê me. Kes nikare bêje ez ê li şûna peyvên kapîtalîzm, enternasyonalîzm, kolonyalîzm, komunîzm û hwd. peyveke bi qasî wan cihgir bibînim. Dîsa kes nikare rewşa û qeyranên heyî bêyî bilêvkirin û şîrovekirina van têgihan jî bide fêmkirin. Ji ber pêşketina civaka kurd û ya derveyî civaka kurd ne di heman hevsengiyê de ye, lewra civaka me van peyvan fêm nake û dema fêm neke, çiqas dildar û welatparêz be jî ji tekoşînê sar dibin an jî bê bertek dimînin.
Tişteke balkêş jî kesên weke pêşeng tên nasîn, di cih de an ne di cih de, ji bikaranîna van peyvan gelek hez dikin. Gelek caran karanîna wan peyvên cuda, weke quretiya zanebûnê jî tê dîtin. Ev awayên nêzîkatiya peyvan a li nav civakê weke me li jor jî gotî, dibe sedema peşneketina xebatan û xwedîderneketina li armancê. Lewra civak fêm nake, tişta fêm neke jî nikare bike.
Bi hişmendiya faşîzan a bila her tişt bi zimanê min be jî şaş e. Mînaka vê ya şênber jî, dema afrandina zimanê tirkî ya li ser maseyan, gelek peyv hatin afirandin, lê qet neketin jiyanê. Her wisa bi salan e Tevgera Azadiya Gelê Kurd gelek peyvên bi vî awayî bi kar tînin lê hîn civakê ev peyv fêm nekirine û lewra di gelek heyamên girîng de ji ber nefêmkirinê çalak nebûye.
Di nav van nakokiyan de rêbaza çareseriyê çi ye?
Her wekî me di têbiniya li jor de jî got, divê gotin û kirin bi hev re be û ne dijberî civaka heyî be. Armanca guherîna civaka heyî be jî ev guherîn bi kotekî nabe. Em dizanin gotin çiqas zelal jî be, ger kirin ne weke awa zan jî angaşta gotinê be, bi ser nakeve. Tenê xweşxeberî jî nebes e, ger xweşkirinî jî pê re be wê demê hêzeke herî sereke ye. Bi gotin û armancên herî watedar jî be, dema keseke çû nav civakê û ne li gorî hed û sedên civakê tevgeriya, civak nirxekê nade wan gotinan. Dijberî vê, tu çiqas bi rê û rismên civakê jî rabî û rûnêyî jî, dema tişteke watedar û civak fêm bike neyê gotin jî, civak dîsa bi te ewle nabe û te esas nagire.
Ji bo xetereya, ger neyê fêmkirin, nayê kirin an jî kêm tê kirin, ji holê rabe, divê kesên van gotinan bi armanca rêxistinkirina civakê bi kar tînin li tenişta wan berfireh bi peyvên li heremê tên fêmkirin şîrove bike. Bi taybetî jî ji qewimîn û heyamên wê heremê haydar bin. Li tenişta şîroveyan bi mînakên ji nav jiyana wan mebesta xwe şênber bike. Ev awayê bikaranîna peyvan dê hem bibe sedema fêmkirina mebestê û hem sedema pêkanîna armancê û hem jî kes û komên guhdar axiver ji xwe bibîne. Ne wisa be, heya êvarê tu gotinên herî girîng û watedar bi peyvên biyanî bi lêv bikî jî, gotin û dem vik û vala diçe. Roja me ya îro, li hemberî hewildanên pir xurt ku serê civakê tevlîhev dike, xeberxweşên zîrek hewce ne. Kesên bangî civakê dikin û armanca wan rêxistinkirina civakê ye, di vê mijarê de baldar tevnegerin û li gorî rastiya civakê nînbin, dê ji bo armancdanîna pêşiya xwe nebin alîkar, bibin asteg û bend.
No comments:
Post a Comment
Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...