Çawa kes bê civak nabe, civak jî bê kes nabe. Bi hewcedariyên jiyanê yên bivênevê re kes tên ba hev û civakê ava dikin. Bi avabûna civakê re ji ber domandina jiyaneke aram an jî bi rêk û pêk bi ceribandinan pîvan derdikevin. Ev pîvan bûne zagonên destpêkê û heta niha jî ev zagon tê nivîsîn û li gorî hewcedariyan dê hîn jî bên nivîsîn. Bes bila şaş neyê fêmkirin, hewcedariyên hemû deman ne yên hemû civakê ne. Piraniya van hewcedariyên bûyîn pîvan piştî serdestiya zordariyê li gorî hewcedariyê zordar û zordariyê hatine birêkûpêkkirin.
Tekoşîna yekemîn li hemberî xwezayê jî be, paşê ji ber pêşketina mirovan qadeke din jî li ser qada tekoşînê zêde bûye. Qada têkoşîna desthilatdarbûna takekesî û civakî ye. Her çiqas girêdayî rastiya jiyanê bi awayekî xwezayî pêşeng jin jî be, encama şerê desthilatdariyê de mêr bûye desthilatdar û ev desthilatdarî hîn jî didome. Mêrê ku bi kromozomekê ji jinan cuda ye, piştî desthilatdariya xwe ava kir, xwe gelek mezin dît û jin bindest û xadima xwe dît. Mêrê ji jinekê çêbûye, jina jê çêbûye jî di nav de hemû jinên civakê kêmî xwe dibîne û mezindîtinê mafê xwe dihesibîne.
Dema ku têra şîrovekirina gelek rastiyên jiyanî nekir jî, ol afirand û Xweda afirand û xwe jî kir nûnerê wî. Lewra di nav 124 hezar pêxember de navê jinan gelek kêm e an jî nayê jimartin. Têrnekirin û lawaziya xwe bi afirandina Xweda û li ser navê wî axaftinê bi peyvên wî yên mêr pîroz dike û xurt dike veşart. Bi vî awayî her tim armanc rê li ber herifîna konfora qadên jiyanê yên mêr girtin e. Jin xistine rewşeke wisa de, tu ji jinê re bêjî, rastiya te û ya jiyanê ne ev e jî bawer nake û çarenûsa xwe dipejirîne.
Mêrê bi piştevaniya olperestiyê xwedî mafê xwedîbûna çar jinan û mafeke wî yê xwe ji hemû jinan mezintir bibîne heye, ji vê jiyana wî ya xwedî îmtiyaz dûrxistin an jî hewldana jêdûrxistina ji vê jiyanê gelek encam nagire. An divê rêbaza şikênandina olperestiyê (ji bo vê perwerde û çapemenî dikare mîsyonekê hilgire) bê dîtin an jî ji bo dûrxistina ji vê desthilatdariya ji nav malê heta her quncikê kolanê, zordariyeke neyê hişê mirovan bê bikaranîn. Ji bo demdirêj çareseriya wê jî, perwerdekirina civakê û helbet ji ber malbat mamosteyên herî mezin û bandorker in di jiyana mirovan de malbat e, guherîna malbatan jî bivênevê ye.
Bi mijûlbûn, şopandin û guherîna malbatan re, nivşên nû bi perwerdeyeke demokratîk û azad mezinkirin pergal û bîrdoziya dewletan nû jî be ne ji vê bingehê qut e û rasterast girêdayî vê nêzkatî û hişmendiyê ye. Pergala dewletê li ser feraseta patrîarkal a pîroz ve nijada pîroz jî zêde kir û ev ji bo xizmeta mêr raçand. Her çiqas destpêka vê hişmendiya nijadperest pakiya xwînê be jî paşê ev wergerî ser aîdiyeta nijadekê. Jixwe bi pêşketina derfetên tibê êdî xuya dike ku hema bêje xwîna ti neteweyê xwerû nemaye. Bi vê zanebûnê re dîsa qalikeke çêkirinê û nijadperestiya bi pîrozkirina xwînê dest pê kirî vegerandine, ez xwe weke filan nijadê hîs dikim û ji min re xwîn an jî encamên DNAyê ne girîng e. Axirî pergala heyî weke pisîkan, çikas bilind an jî xerab bikevin jî dîsa jî rêbaza sekinîna li ser lingan bi kar tîne.
Ev pêşketin li hemû deverên cîhanê xwedî bandoreke xurt jî be lê li erdnigariyên cuda di heman astê de pêk nehatiye. Mînakên hevrûkirina rewşa Ewropa, Rojhilata Navîn an jî Afrîkayê vê newekheviyê aşkere radixe ber çavan. Ewropa di dîroka nêz de, bi şerên nevxweyî û bi şerên cîhanê re rû bi rû mabe jî di demeke kurt de xwe komî ser hev kir û bi xurtî derket pêş. Mînaka Almanya di vê mijarê de gelek balkêş e. Civaka ku ket nav diranên çerxa hovekî weke Hîtler, bi sekneke berî her tiştî mirovî, xebitîn û nivşên xwe yên nû jî li ser bingehên demokratîk û azad perwerde kirin. Îro bûye navendeke piraniya mirovên Rojhilat bi li ber çavgirtina mirinê re lê jiyankirinê. Hemû aliyên xwe de ne tam demokratîk be jî, ji ber hebûna derfetên jiyanê yên bivênevê bûye welatekî balkêş.
Lê Rojhilata Navîn nekarî xwe ji ferasetên olperestiyê rizgar bike. Bi ser de jî bi ol û nijadên xwe pîroz kirin û êdî hem bi hêrsa olperestî û hem jî ya nijadperestiyê êrişî hev dikin û nahêlin aramî bikeve nav civakê. Helbet em nikarin bêjin hêzên ewropî/hegemonîk para xwe di van gengeşiyan de tune ye. Ji xwe bikaranîna van amûrên ol û nijadan ji bo bidestxistina armanc û berjewendiyên wan derfetek e. Bi şer û gengeşeyên heyî re hêzên emperyalîst xwestekên xwe yên li Rojhilat tîne cih. Rojhilat nikare xwe ji van bizotên di sînga xwe de rizgar bike û hîn jî jan û çîkên vê şewatê dikêşe û ya xuya dike dê demeke din a dirêj jî bijî.
Mixabin serborî û dîroka Rojhilata Navîn a landika mirovahiyê ji rastî û dîroka jinan ne cuda û dûr e.

No comments:
Post a Comment
Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...