Cudahiya di navbera wan herdu têgehan de qasî şewqeya “^” li serê tîpa “e” yê ye!
"Xwezanîn, zanîna herî watedar e"
Cudahiya di navbera wan herdu têgehan de qasî şewqeya “^” li serê tîpa “e” yê ye!
WEY DINYAYÊ
Wey dinyayê wey dinyayê
Pûçê ji kesê re nemayê
Heçî hate mal radayê
Dema barkir ar berdayê
Wey dinyayê tu pir xweş î
Ranawestî her dimeş î
Gelek jarî hind tamxweşî
Ji emrî re hespê reş î
Wey dinyayê gelek pîr î
Hatin û çûn gelek mîrî
Hinek kenîn hinek girî
Dîsa tifala l’ber şîr î
Emrê ciwan lehî rabû
Xem li piştê tev siwar bû
Tam lê nema ez jê sarbû
Kalîşk tehil nav hinar bû
Wey dinyayê hayê hayê
War jî kon xwe vedayê
Dike gazî hewar nayê
Ew jî diçe li ber bayê
23.08.2022/WAN
Alfabeya Masî Soratî yek ji alfabeyên kevnareye ku ji aliyê kurdan ve hatiye bikaranîn. Ev alfabe xwediyê 37 tîpan bû. Ibn Wehşiye di berhema xwe ya bi navê Şûq el-mistiham fî me'irifet rimûz el-aqlam (bi îngilîzî An Explanation of Ancient Alphabets and Hieroglyphics) de ku di sala 241ê koçî / 855ê zayînî de ji bo Evdilmelîkê Merwannivîsiye, dibêje:
(Bîranîna Mamoseya Hêja Gulistan)
Silav mamoste War.
Saxiya canê te,hima ji adetê ez ê bibêjim başim
Tu çawayî ?
Ez jî ne kêmî! cenabê we baş im.
Ji çemê xem, kul û mijûlahîyên dinê re aş im
Lê nizanim li kû û çawe vereşim
Min got heye Xwedê keyfê ji mamostê bidoşim
Lê dinêrim di ber wê de ez gelek haş im
War BOTAN
21.06.2022/Serhed
BI ZIMANÊ KURDÎ
Ne tenê roja cejnê bîranîn
Divê her kêlîyê bê karanîn
Raxe ser çokan, ji bo xwezanîn
Jiyan bike bi zimanê kurdî
Bi axive bi xwerûtî û herk
Bi perwerdeyê bikelîne zerk
Ziman pîroz e, her tim bike erk
Jiyan bike bi zimanê kurdî
Hest bi zimanê dayîkê nerm e
Pêjin bi kurdî, dil pelê germ e
Nezanîn li ba me gelek şerm e
Jiyan bike bi zimanê kurdî
Gelekan giyan ji bo bexşandin
Pêlavên xwe li çolan qetandin
Xewnên şevan de ziman hewandin
Jiyan bike bi zimanê kurdî
Dildar digot, îman û niştiman
Dem pêl e, dixeniqe ev ziman
War dîn bo ji ber xemên bêxeman
Jiyan bike bi zimanê kurdî
War BOTAN
16.05.2022
Dema çand tê pênasekirin, pênaseya wê hema bêje ji al û qalê jiyanê digire nava xwe. Lewra pênaseya çand û jiyanê gelek nêzî hev in. Her wisa ger her afirînerî parçeyek ji teknolojiyê jî be, têgeha teknolojiyê jî ne gelek dûrî çandê ye. Her berhema çandî an bandor ji afirandina teknolojiyê girtiye an jî bandor li afirandina teknolojiyê kiriye. Di pêşketina mirov û mirovahiyê de dîroka çand û teknolojiyê di heman çemî de herikîne. Herka wan ya hevrêtiyê ji ya tenêtiyê coştir û xurtir bûye. Carinan pêlên çandê rê li ber teknolojiyeke nû, carinan jî pêlên teknolojiyê rê li ber çandeke nû vekiriye. Bes di aliyê wendakirin, bişaftin û tunekirinê de teknolojiyê serî ji çandê standiye.
Ji bilî Akp û 2-3 şirîkên wê, hema bêje hemû partî ji bo neheqîya li HDPê tê kirin, gazindan dikin û her tiştî dike stûyê Erdogan û Akpê de. Lê rojek ji rojan ne ji bo parlementerên-vîna gelê Kurd yên hatîn girtin, ne ji bo MYK û hevserokên wê yên hatîn girtin, ne ji bo şaredarîyên hatîn jêstandin, û ne ji bo hezaran endamên wê yên di zindanan de tişteke mecîd nekirîne. Ew jî mîna dewlet û hêzên Ewropa ji sekn û helwesta “em bi fikar dişopînin” pêşdetir naçin. Gelek caran li hember evqas zilmê wê jî nakin. Heya ji destê wan hatîye bûne şirîkê pelixandin û perçiqandina her tiştê HDPê.
Armanca vê lehîstok û durûtîyê; di mejîyê xwe yê qirêj de dibêjin dê HDP bê girtin û dê hilbijêrên Hdpê hilbijartina bê de dengê xwe bidin me ye.
Hunermendê kurd ê navdar Mihemed Şêxo di sala 1948’an de li Başûrê Rojavayê welat, li gundê Gîrbanîna Qamişloyê tê dinê. Navê wî yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs e. Di zarokatiya wî de malbata wî koçberî dibe û li gundê Xecokê bi cîh dibe. Li vir mirêbetiyê dike. Şêxo mezinê yanzdeh bira ye.
Di sala 1959´an de dest bi xwendinê dike, lê sê sal şûnda dest ji dibistanê ber didê. Di salên xwe yê dibistanê da Mihemed Şêxo gelek hunermendên kurd nas dike. Ji bandora wan nêzikî muzîkê dibe û di sala 1969’an de dest bi dengbêjîtiyê dike.
Ew salên xwe yên di navbera 1969 û 1972’yan li Lubnanê ji bo xizmeta hunerê xerc dike û li Bêrûtê du sal dersên muzîkê distînê. Di sala 1972’an de bi hinek hevalên ji xwe rê bi navê Koma Serkeftin komek mûzîkê saz dike.
Stûna li binê ban e
Her roj roja jinan e
Bêje jin jîyan azadî
Bo jîyaneke pak û nû
Sincî û li dijî kevnerû
Bilore û biqêre her ro
Bêje jin jîyan azadî
Bo jîna civaka gengaz
Xwenas jîr û serfiraz
Bi nivîs, hewar û awaz
Bêje jin jîyan azadî
Sala 2016 an jî 17 bû. Dîsa şaredarî ketîbû destê qeyûman. Sazîyên civakî hatin girtin. Dest ji meş, daxûyanî an jî mîtingan berdin, çar mirovan nedikarî bên ba hev. Hema bêje her roj ser malinan de digirtin û hin xebatkar, endamên an jî welatîyên bêguneh digirtin bin çavan. Tirseke giştî ketîbû nava civakê.
Wê heftîyê hevalên xebatkar tim mijûl bûn. Roj ji bo rêxistinkirina jinan a ji bo tevlîkirina mîtînga 8 Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji beyanî heya mexreb dixebitîn. Dema dihatin mal jî îca xebatê wê rojê dinirxandin û bernameyên roja din çêdikirin. Ber re jî reng û dirûtina fîstanên xwe yên wê rojê li xwe bikin bi hev re parve dikirin. Xifşêxanê jî heya mexreb amadekarîya hatina hevalên xwe yên jin dikir ku xwarineke xweş, germ û bi dilê wan bide wan dikir û ava serşoyê her tim amade û germ bû. Xêra wan me jî têr serê xwe dişoşt. Helbet xenîya me ya xarinê jî bo.
Her roja 8 Adarê nêzîktir dibû kelecana wan zêdetir û xwarin xweştir bû. Me mêrên(!) malê digot, xwezi heyvê carekê 8 Adarê ba, çi xweş e. Axirî bi wî awayî roja mezin hate ber derî û êdî kirasfistan û awayê gulîbadana her kesê aşkere bû. Şeva dawîyê êdî gêşedan û rêkûpêkîya nava qada pîrozkirinê hatin niqaşkirin û herkesê peyvira xwe girt, dê kî li kû be û çi bike. Her wisa biryarên dema tişteke awarte çêbe an jî êrîş çêbe dê çi çawe bikin jî girtin.
Ger hûn bipirsin hûn mêrên(!) malê li kû bûn û di çi astê de tevlî van xebatan dibûn? Xanî 2 mezel û mitfaq bû. Piştî hevalên jin zêde bûn em zelam ajotin mezela piştê a biçûk û sar. Carinan jimar gelek zêde bibûya, em diman bênivîn jî. Min gelek caran betenî pêçaye û kirîye bin serê xwe ve û nivîstîme ji ber nebûna balingiyan. Lê hey ji tirsa hey jî ji hestên welatparêzîyê, me dengê xwe nedikir, heya dikarim ser navê xwe bêjim, ji ber min xebata wan pîroz didît, ez gelek hestîyar dibûm. Lewra herkesê nediwêra di wê heyamê de xebateke wisa bikira. Weke din jî dema me kengê hewl dabe em xwe tevlî bikin û alîkarîyê bidin wan, gotina"heval ev xebateke özgün e/xweser e" weke şimika pîrika min ya binî dar li nava devê me diket û me xwe dida paş.